Hîleya AKP-MHP’ê: Dengên Partiya Çepên Kesk ji partiyên din re hatine nivîsîn
Li gelek herêman dengên Partiya Çepên Kesk, ji MHP’ê û Partiya Refah Jinûveyê re hatine nivîsîn.
Li gelek herêman dengên Partiya Çepên Kesk, ji MHP’ê û Partiya Refah Jinûveyê re hatine nivîsîn.
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de desthilata AKP-MHP’ê bi hezaran bêusûlî kirine.
Bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê, Anatoliya Navîn û Behra Reşê, ketina dengên Partiya Çepên Kesk û zêdebûna dengên MHP’ê Refah Jinûveyê ji mirov re balkêş hat. Di vekolînan de ku Navenda Şopandin û Koordînasyonê ya Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derket holê ku gava jimartina dengan û nivîsîna hejmara dengan di rastkêşa encaman de, bêusûlî hatine kirin. Di bi hezaran sindoqan de tu deng ji Partiya Çepên Kesk re nehatine nivîsîn û dengên wê ji MHP’ê û Partiya Refah Jinûveyê re hatine nivîsîn.
Hat diyarkirin ku ev bêusûlî li cihên mişahidên Partiya Çepên Kesk nîn bûne hatine kirin.
Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk û HDP’ê, îtîraz li hemû sindoqên bêusûlî tê de hatine kirin, kir
Lê ji ber ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) herikîna daneyan daye sekinandin, xebatên koordînasyonê berdewam in.